Reutersê ji zarê ajansên dengûbasên yên Rûsî ragihand ku yek ji firokên Sukhoi Su-57 ya şerker îro Sêşemê li herêma rojhilata Rûsya kete xwarê.
Ajansa RIA ji zarê çêkerên firokê ragihand ku bûyer di dema firîna hindarîyê de li herêma Khabarovsk çêbû û pîlot bi silametî xwe ji firokê avêt derve.
Wezareta Berevanî ya Rûsî ragihand ku komîsyonek hatiye damêzirandin ku vekolîna sedemên bûyerê bike.
Firoka gêrbûyî yek jî firokên pêşîn ya Sukhoi Su-57 e ku wek serketina teknolojîya Rûsî tê dîtin û ew firok berê jî li Sûrîyê hatibû ceribandin.
Mînaka pêşîn ya Firoka Sukhoi Su-57 ya Rûsî wek rikebera firoka F-22 Raptor ya Amerîkî tê dîtin û ew cara yekê di destpêka 2010’an de hatibû firandin.
Su-57 ya temamkirî cara pêşîn di Gulana sala borî de pêşangeheke esmanî de li Moskowê hatibû firandin.