Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Acansa Ewlehî û Ahehîyên Sudanê Dest ji Kar Berda


Serokê encumena leşkerîya ya Sudanê ragehan, Serokê Acansa Ewlehê û Agehîyên Niştîmanî ya Sudanê Selah Ebdulla Mihemet nasyar bi navê Selah Qoş dest ji postê xwe berda.

General Selah Ebdulla roleka berçav di tepeser kirin xwepişandanên Sudanê liser dema serokê derkirî Omer al Başir hebû.

Selah Ebdulla postê Encumena Ewlehî û Agehiyan li sala 2018 wergirt piştî pitîr ji 10 salan ji serokayetîya açansa zanyarî ya niştimanî.

Lidema 4 mehên xwepişandanan ew perpirse liser girtîna hezaran xwepişanderan û endamên partîyên opsizyounê û rojnamevanan.

Encumena leşkerîya Sudan di beyanamekê da civaka nêf netewî piştrast kir kod ê dest bi danûstandina digel tevaya aliyên siyasî yên Sudanê bikin.

XS
SM
MD
LG