Pevçûnên giran û agirê topan li seranserê paytexta Sûdanê Xertûm roja Yekşemê bûn û niştecihan qala êrîşên asmanî kir, piştî bidawîhatina agirbesta 24 demjimêran ku bêdengiyeke kurt anîbû nav 8 hefteyên şer di navbera komên leşkerî yên hevrik de.
Şahidan got ku şer di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de, ji yên herî giran bû di hefteyên şer de, û pevçûnên bejahî li taxa qelebalix a Hac Youssef li Behrî bûn.
Piştî bidawîbûna agirbestê, şahidan got li bakurê Omdurmanê pevçûn û topbaran ji nû ve dest pê kir. Wan her wiha ragihand ku pevçûn li başûr û navenda Xertûmê, û li Shambat li ser Nîlê li Bahrî heta pira stratejîk a Halfiya, ku derbasî Omdurman dibe, bûn.
Musab Salih, rûniştvanê başûrê Xertûmê yê 38 salî got,"Agirbestê em hinekî rehet kirin, lê şer û tirs îro vedigerin."
Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de di 15ê Gulanê de ji ber aloziyên girêdayî plana ku ji aliyê navnetewî ve tê piştgirîkirin ji bo derbasbûna serweriya sivîl, derketibû.
Pevçûnan zêdetirî 1.9 mîlyon mirov koçber kirin, û bû sedema qeyraneke mirovahî ya mezin li herêmeke ku berê nearam e.
Çavkanî: Reuters