Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyaniyek Navnetewî Tundiya li Sûdanê Şermezar Dike



Xertûm Sudan
Xertûm Sudan

Daxuyaniya balyozxaneyên welatên Rojavayî û Asyayî, roja Çarşemê, bi tundî berdewamiya tundûtûjiya li Sûdanê şermezar kir, û got ku êrîşên li dijî sivîl, dîplomat û aktorên mirovî, nayên qebûl kirin û bang li aliyan kir ku bê şert û merc dawî li şer û pevçûnan bînin.

Welatên ku daxuyanî îmze kirine; Amerîka, Kanada, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Îspanya, Swîsre, Swêd, Hollanda, Norwêc, Polonya, Japonya, Koreya Başûr û Nûnertiya Yekîtiya Ewrûpayê ya li Sûdanê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Balyozxaneya Amerîkayê ve hat weşandin de wiha hat gotin: "Ji ber ku şer di roja xwe ya pêncan de berdewam dike, xelkê Sûdanê ji tirsa jiyana xwe, û nebûna sotemenî, xwarin, derman û avê di cih de dimînin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama operasyonên leşkerî de hejmareke zêde ya sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û bi awayekî bêperwa gelê Sûdanê, dîplomat û xebatkarên alîkariyên mirovî dixe di nava metirsiyê da.


Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara sivîlên destpêkê zêdetirî 270 kes mirine. Wî behsa gihandina giran a nexweşxane û karûbarên bijîjkî yên girîng kir.

Daxuyaniyê bang li serkirdeyên leşkerî yên Sûdanê kir ku bê dereng dest bi diyalogê bikin û tekez kir ku kiryarên wan li seranserê Sûdanê gelek mirovan xistiye metirsiyê û banga rewa ya gelê Sûdanê ji bo veguheztina aştiyane ya demokratîk pûç kir.
Îmzakerên daxuyaniyê hevxemiya xwe bi gelê Sûdanê û herêmê re anîn ziman û bi zelalî bang li hêzên nakok kirin ku demildest dawî li şer bînin.

Daxwaz ji hemû hêzan dike ku xwe ji gûr kirina pevçûnandûr bixin, agirbestê ragihînin, tevgerên leşkerî rawestînin, operesyonên dabînkirina sotemenî û çekdanînê bidin detpêkirin û dest bi gotûbêjan bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî.

Her wiha bang li aliyên şerker kir ku li gorî qanûnên navneteweyî, ji bo parastina sivîlan, dîplomat û saziyên mirovî bi hemê şiyanan bi erkên xwe rabin.

Balyozxaneyên îmzekerên daxuyaniyê teqez kirin ku çareseriyeke berfireh û mayînde ya nakokiyên di navbera Hêzên Çekdar yên Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de pêwîstîyek lezgîn e ku tenê bi diyaloga siyasî ya aştiyane û di çarçoveya hewldanên neteweyî de ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêkan e.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) got ku, ji ber pevçûn û rewşa aloz Xizmetên lênêrîna tenduristiyê ji ber ku nexweşxane bombebaran kirin û ambûlans hatin revandin nêzîkê rewşa tendirûstî û xizmetakriyan bi temamî li hember hilweşînê ye.

Herwiha Rêxistin dide zanîn ku di pevçûnên navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ya paramîlîter de herî kêm 270 kes hatine kuştin û zêdetirî 2600 kes jî birîndar bûne.

Jêder: Ajans/U.S. Embassy Khartoum/ WHO

XS
SM
MD
LG