Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şahid: Bi Sedan Kes Ji Êrîşên Li Darfura Sûdanê Direvin


Roja Yekşemê bi sedan sivîl ji Darfura Sudanê reviyan ji ber êrîşên hêzên nîvleşerî yên Sûdanî, niştecihan ji AFP re got, di demekê de ku şer li dijî artêşa nîzamî li herêma rojavayî ya neseqamgîr zêde dibe.

Darfur û paytexta Sûdanê Xertûmê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de, ku ji aliyê generalên hevrik ên ku ji bo desthilatdariyê hevrikiyê dikin, giraniya herî giran a nêzî 4 mehan kişandine.

Li gorî texmîneke Projeya Daneyên Cih û Bûyerê ya Şerê Çekdar, li seranserê welêt herî kêm 3,900 kes hatine kuştin.

Li gorî ajansa penaberan a Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî çar mîlyon mirov ji malên xwe hatine derxistin.

Şahidan roja Yekşemê got ku hêzên nîvleşkerî yên RSF'ê bi "bi dehan wesayîtên leşkerî" êrîşî Nyala kirin û "bi sedan niştecih ji ber topbarana dijwar direvin".

Çend jêder îddîa dikin ku li Darfur komkujî li dijî sivîlan û kuştinên etnîkî ji alîyê hêzên nîv leşkerî û milîsên Ereb ên hevalbend ve, hatine kirin.

Lêkolînerên zanîngeha Yale ya Amerîkayê dibêjin ku ji meha Nîsanê ve herî kêm 27 gundên Darfûrê ji aliyê RSF û hevalbendên wê ve hatine kavilkirin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG