Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşanderên Sûdanê Dest bi Gireveke Giştî Dikin


Li Sudanê îro Yekşemê firoşgeh hatin girtin û cade vala bûn di roja yekem a gireveke giştî de ku ji aliyê serkirdeyên xwepêşandanan ve bû û daxwaza rawestana karê civata leşkerî ya desthilatdar kir.

Komeleya profesyonelên Sûdanê bang li xelkê kiribû ku îro Yekşemê, yekem roja karê hefteyê, li malên xwe bimînin, wek bersiv ji kiryarên tundûtijî yên hefteya borî re, dema ku hêzên ewlekariyê bi darê zorê xwepêşandanek li Xertûm a paytext ji hev belav kir.

Xwepêşander dibêjin di vê heftê de bêhtirî 100 kes hatine kuştin.

Xwepêşander hêvî dikin ku bi rawestana kar re, ewê bihêlin leşker desthilatê radestî sivîlan bikin.

Leşkeran di meha Nîsanê de serok Omer al-Beşîr ji ser desthilatê daxist, lê daxwazên xwepêşanderan li dor veguhestina desthilata bo sivîlan red dike. Ew bêhtir dixwaze veguhestina desthilatê bi awakî hevpar be.

XS
SM
MD
LG