Karbidestên hikûmî û leşkerî li Sûdanê îro Yekşemê got ku rêkeftinek di navbera rêberên leşkerî û yên sivîl li welêt çê bûye jibo vegerandina Serokwezîr Abdela Hemdok yê ku meha borî di derbeyeke leşkerî de hatibû hilanîn.
Wan jêderan herwiha dîyar kir ku hemû karbidest û siyasetvanên ku ji 25ê Cotmehê de hatine girtin, dê wekî beşek ji vê rêkeftina di navbera artêş û partîyên sîyasî de werin berdan.
Karbidestên ku nexwest navên xwe eşkere bikin, herwiha eşkere kir ku Hemdok dê serkêşîya kabîneyeke serbixwe û teknokrat bike. Jêderan herwisa got ku Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîka û alîyên din roleke girîng di pêkanîna rêkeftinê de lîstin.
Derbeya leşkerî ya meha borî rexneyên navnetewî li xwe girt. Amerîka, hevalbendên wê û NY bikaranîna zêde ya hêzê li dijî xwepêşanderên dijî derbeyê şermezar kirine.
Ji dema ku artêşa destê xwe danîye ser desthilatê, hemwelatîyên Sûdanî bi girseyî dadikevin kolanan jibo ku wê şermezar bikin.