Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûdanî Li Dijî Kudetayê Xwepêşandanan Dikin


Bi dehan hezar Sûdanî îro Şemiyê li Xertûma paytext û hin bajarên din derketin xwepêşandanan li dijî kudetaya leşkerî û daxwaz kirin ku hikûmeta sivîl vegere ser desthilatê.

Xwepêşanderan alayên Sûdanê û durişmên wek,” Ev welatê me ye û hikûmeta me sivîl e” hildan.

Xwepêşandan her wiha li cadeyên bajarên navend, rojhilat û bakurê Sûdanê bûn.

Li navenda Xerûmê hebûneke leşkerî ya giran heye û hêzên ewlekariyê riyên ku diçin wezareta berevanî û firokxaneyê girtin.

Tê zanîn, di xwepêşandanên vê hefteyê de herî kêm 11 xwepêşander hatine kuştin.

Li taxên xwecihî grûpên xwepêşanderan şeva borî bi kevir û şaxên daran rê li pêş hêzên ewlekariyê girtin.

Amerîka daxwaza vegera hikûmeta sivîl dike û wezîrê derve yê Amerîka got ku hêzên ewlekariyê pêwîste rêzê li mafên mirovan bînin û her tundûtijiyek li dijî xwepêşandanên aştiyane nayê pejirandin.

Ev pêvajo dibin di demekê de ku Sûdan rastî astengiyên aborî dibe.

Amerîka û Banka cîhanî alîkariyên bo Sûdanê rawestandin û kirîza aborî bûye sedema kêmbûna xwarin û dermanan û nêzîkî sêyek ji xelkê Sûdanê pêwîstî bi alîkariyên lezgîn hene.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG