Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvanên Sûdanê Dibêjin 5 Kes di Xwepêşandanên Welêt de Hatine Kuştin


Organîzerên xwepêşandanên dijî hikûmeta Sûdanê dibêjin hêzên ewlekariyê herî kêm 5 xwepêşander di 24 demjimêrên borî de kuştin.

Roja Şemiyê xwepêşandanên herî mezin di sê mehan de hatin lidarxistin û xwepêşanderan banga bicîhîştina kar li serok Omer al-Beşîr kir.

Peyvdara Komeleya Profesyonelên Sûdanê Sara Ebdulcelîl îro Yekşemê ji Ajnasa Associated Press re got 4 kes li Xertûma paytex hatin kuştin, dema ku hêzên ewlekariyê hewil didan xwepêşanderên ku ber bi bingeheke leşkerî ve diçûn ji hev belav kin.

Ebdulcelîl got xwepêşanderê pêncan li bajarê Umderman hate kuştin.

Ajansa dewletê ya nûçeyan SUNA ji ser zimanê peyvdarekî polîs ragihand ku yek kes hatiye kuştin di xwepêşandanên Umderman de.

Gurûpên navnetewî yên mafê mirov dibêjin ji dema destpêkirina xwepêşandanan ve herî kêm 60 kes li Sûdanê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG