Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sudanê Agirbesteke 24 Saetî Hate Ragihandin


Ajansa AP ragihand ku alîyên şerker yên Sudanê li ser agirbesteke 24 saetî hevbîr bûn, lê pevçûn li paytext Xartûmê hîn jî didomin.

Rûnştvanên paytextê dibêjin ku ew dengê guleyan û peqînan li taxên curbicur yên bajêr û taybetî jî li dor navenda artêşê û Qesira Komarê ya cihê desthilatê dibihîsin.

Serokê Sendîkaya Doktoran ya Sudanê Atiya Abdulla Atiya ji AP re got ku ew dengê berdewam yê guleyan dibihîsin.

Sekinandina pevçûnan ya navbera leşkerîya Sudanê û koma paramîlîter ya bi navê Hêzên Piştgirîya Lezgîn, piştî pevçûnên giran yên çar rojên borî, îro êvarê di saet 6an de destpê kir.

Hêzên Piştgirîya Lezgîn, piştî dîyarkirina biryarê yekser artêş bi binpêkirina sekinandina pevçûnan tawanbar kir, lê artêşê heta niha ti daxuyanî nedaye.

Sudan li Afrîqa welatê herî mezin yê siseyan e û tundîya wê dawîyê tirsa şerekî navxweyî xurt kiriye.

XS
SM
MD
LG