Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Hişyarî Dide ku jiber Şerê Navxweyî 800 Hezar Kes Dikarin Penaber Bin


Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku tevî agirbestê heta 800,000 kes dikarin jiber şerê navxweyî neçar bin ku ji Sudanê derkevin.

Karbidestê Neteweyên Yekbûyî Raûf Mazû got ku UNHCR xwe ji pêla 815 hezar kesên Sudanî û penaberên ku li wî welatî dijîn, re amade dike.

Mazû da zanîn ku 580 hezar ji wan kesan hemwelatîyên Sudanê ne û heta niha 73 hezar kes ji wî welatî revîne.

Di şerê navbera artêşa Sudanî û Hêzên Piştgirîya Lezgîn (RSF) de bi sedan kes di nava 16 rojên borî de hatine kuştin.

Tevî ku her du alî li ser agirbestê hevbîr bûne, tirsa şerekî herêmî mezin dibe.

Misirê ragihand ku 40,000 Sudanî ji sînorê wê derbaz bûne û li gor gotina wan rewşa welatê wan pir xirab e.

Hinek kesên din jî derbazî Çad, Sudana Başûr û Etopya bûne, hinekên din jî bi rêka Derya Sor xwe gîhandine Erebistana Saudî.

Hêjayî balkişandinê ye ku li gor pêzanînên Wezareta Saxlemî ya Sudanî herî hindik 528 kes di pevçûnan de hatine kuştin û 4,599 kes jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG