Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konseya Demkî ya Leşkerî ya Sudanê: Emê Omer El Beşîr Radestî Ti Dewletan Nekin


Konseya Demkî ya Leşkerî ya Sudanê, ku nû hatiye ava kirin, ragihand ku ewê Omer El Beşîr radest nekin.

Serokê Komîteya Sîyasî ya Konseya Demkî ya Leşkerî ya Sudanê Omer Zeynelabdîn bi preskonferansekê da zanîn ku dibe ku Omer El Beşîr li Sudanê were darizandin.

‘’Em wek konseya leşkerî dê Omer El Beşîr radest nekin lê dibe ku em darizandina wî pêk bînin’’ Zeynelabdîn got.

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ser şerê navxweyî ya li Sudanê biryara girtina Serokê Sudanê Omer El Beşîr dabû.

Artêşa Sudanê do Pêncşemê ragihandibû ku Omer El Beşîr hatiye girtin û dest danîbû ser rêvebirîyê.

Omer El Beşîr, ji 1989’an vir ve li desthilata Sudanê bû û protestoyên dijî wî di meha Berfanbarê de destpê kiribûn.

XS
SM
MD
LG