Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Sudanê Dibêjin Wan Rê li Ber Hewildana Darbeyê Girtiye


(arşîv)
(arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên Sudanê rê li ber hewildaneke darbeyê kirine û rewiş kontrol kirine.

Reutersê da zanîn ku lêpirsîna ser bergumanên ketina hewildana darbeyê destpê kiriye û dîyar kir ku artêşa Sudanê di demeke nêz de daxuyanîyekê belav bike.

Jêderekî hikûmetê yê ku nexwest navê wî eşkere bibe got ku kesên di hewildana darbeyê de xwestine dest deynin ser radyoya dewletê ya li Omdurman ya li hember Xartum ya paytext.

Dîdevanekî jî da zanîn ku artêşê îro Sêşemê serê sibê bo girtina pira di navbera Omdurman û Xartumê de tank bikar anîne.

Sudan, piştî Serokomarê berê Omer El Beşîr di Nîsana 2019’an de ji desthilatê hat gêr kirin, ji alîyê artêş û sîvîlan ve tê birêve birin.

XS
SM
MD
LG