Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sudanê bi Sedan Kes Dijî Desthilatdarîya Leşkerî Xwepêşandanan Didomînin


Dîmeneke ji xwepêşanderên dijî darbeyê leşkerî ya li Sudanê (Arşîv)
Dîmeneke ji xwepêşanderên dijî darbeyê leşkerî ya li Sudanê (Arşîv)

Bi sedan xwenîşanderên Sudanî yên ku daxwaza rawestandina desthilatdarîya leşkerî dikin, îro Yekşemê bo Yekşema çara ya dûhev daketin kolanên paytext Xartûm û derdora wê.

Di xwepêşandanên girseyî yên roja Pêncşemê de 9 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin kuştin;

Roja Pêncşemê bû roja herî kujer ya di xwepêşandanên demdirêj yên çend mehan, dibin desthilatdarîya darbeya leşkerî ya ku bi seroktîya serfermandarê artêşê Ebdulfetah el-Burhan di Cotmeha borî pêk hatibû.

Li gor rexistina karmendên saxlemîyê û Neteweyên Yekbûyî (NY) di xwepêşandanên vê dawîyê de girseya gel lastîk dişewitînin û ser rêyên serekî bi kerpîçan barîkatan çê dikin.

Rexistinên saxlemîyê û NY herwiha dîyar dikin ku hêzên ewlekarîyê guleyên rastîn bi kar tînin, gaza çavhesirandinê di avêjin û ava şidandî ya bi hêz bikar tînin.

Xwepêşander di bingeh de jinûve vegerandina serwerîya sivîl dikin, piştî hilweşandina otokratê dem dirêj Omer el-Beşîr di 2019'an de, destpê kiribû.

Xwepêşander Mueyad Mohamed li navenda Xartûmê ji AFP re wiha got:
"Emê vê çalakîya rûniştinê bidomînin heta ku darbe têk biçe û em xwedî hikûmeteke ku bi tevahî sivîl bin."

Li gor bijîşkên alîgirên demokrasiyê, li Sudanê ji derbeya leşkerî ya sala borî vir ve hejmara kesên ku jiber tundûtûjî ya xwepêşandanan de hatine kuştin roja Pencşema borî gehiştîye 114 kesan.

XS
SM
MD
LG