Hevalbendîya opozîyonê Sudanê û komên xwepêşander îro Sêşemê dest bi roja yekê ya grevê kirin, di vê demê de ku alozîya bi desthilatdarên leşkerî re zêde dibin.
Piranîya karker û karmendên ji sektorên saxlemî, ofîsên elektrîkê û karmendên bankên fermî û taybetî tev li grevê bûn, lê di sektorên din de beşdarbûn sînorkirî ma.
Dîdevanan ji Reutersê re got di roja yekê de gelek firoşgeh vekirî man û otobusan bi berdewamî rêwîyan vediguhastin.
Jêderên curbicur ji ajansê re piştrast kir ku firîngehê Xartumê jî bi normalî kar dikir.
Nûnerê oposîzyonê Wecdî Salih di preskonferansekê de got ku ger lihevkirinek bi Civata Leşkerî ya Demkî çênebe, ewê dest bi greveke bêdawî bikin û çalakîyên pênebendbûna desthilatê pêk bînin.
Piştî ku serokê berê Omer el Beşîr ji desthilatê hatibû gêr kirin, Civata Leşkerî ya Demkî dest danabû ser rêvebirîya welêt û ragihandibû ku ewê piştî du salan hilbijartinan pêk bîne û rêvebirîya welêt ji sivîlan re bihêle.
Ew daxuyanî bûbû sedema nerazîbûnên xwepêşanderan ku dixwazin demûdest hikûmeteke sivîl Sudanê bi rê ve bibe.
Sudan demek e dirêj e ku rûbirûyê buhabûnê mesrefên jîyanê, kêmahîya diravên neqît û pêdivîyên bingehîn e û ew jî nerazîbûna gel zêde kiriye.
Gelek pispor rewşa aborîya welêt bi rêvebirina xirab, dizî û pere xwarinê, bandorên toleyên Amerîkî girêdidin.
Herwiha hindakirina dahatîyên petrolê ya piştî cihêbûna Sudana Başûr ya di sala 2011’an de jî yek jî sedemên serekî tê dîtin.