Wezîrê Berevanî yê Sudanê Awad Muhammed Ouf dîyar kir ku artêşê serokê wî welatî Omer El Beşîr ji desthilatê gêr kiriye û ew desteser kiriye.
Ouf da zanîn ku kontrola welêt di destê artêşê de ye.
El Beşîr, ji 1989’an vir li desthilata Sudanê bû û ji Berfanbarê vir ve dijî protesto li dar diketin.
Ouf da zanîn ku piştî du salan dê hilbijartinên azad yên Sudanê li dar kevin.
Wî bi berdewamî dîyar kir ku bo sê mehan rewşa awarte hatiye ragihandin û rêkên qanûna bingehîn jî hatine betal kirin.