Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Banga Vekolîna Ser Kuştina 5 Xwendekarên Sudanî Dike


Neteweyên Yekbûyî îro Sêşemê banga vekolîna ser kuştina 5 xwendekaran di xwepêşandana li Sudanê kir, di vê demê de ku givaştinên ser desthilatdarên leşkerî zêde dibin ku desthilatê vegerîne sivîlan.

UNICEF, ajansa zarokan ya Neteweyên Yekbûyî bang li karbidestên Sudanî kir ku vekolîna kuştina xwendekaran bike û berpirsên tawanên hember zarokan ceza bike.

"Nayê qebûl kirin ku zarok si nav kincên xwe yên xwendinê de werin binav kirin," daxuyanîya UNICEf'ê got û dîyar kir ku xwendekarên kuştî di navbera 15 û 17 salî bûn.

Xwepêşanderan hêzên ser bi general Mihemed Hamdan Daglo tawanbar kir ku gule barandine ser 5 xwendekarên nûgiheştî ku jibo kêmbûna nan û şewit li bajarê El Ubeyd derketibûn kolanan.

Kuştina xwendekaran di vê demê de tê ku li ber e karbidestên leşkerî û rêberên opozîsyonê îro careke din bicivin ku hurgilîyên peymana dabeşkirina desthilatê ya bi sivîlan re gotûbêj bikin.

Desthilatdarê leşkerî yê Sudanê General Abdul Fettah el-Burhan îro Sêşemê got ku ew kiryar nayê qebûl kirin û kuştinkarî şermezar kir.

XS
SM
MD
LG