Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr ji Pyongyangê re Pêşnîyaza Hevdîtinên Leşkerî Kir


Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un û leşkerên wî
Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un û leşkerên wî

Hikûmeta Koreya Başûr, ji Koreya Bakur re ragihand ku bo kêmkirina girjîya di navbera her du dewletan de, dixwaze hevdîtinên leşkerî pêk bîne.

Ger Koreya Bakur pêşnîyazê bipejirîne, Pyongyang û Seul, ji 2015’an vir ve ewê cara yekê li maseyekê kom bibin.

Serokê nû yê Koreya Başûr Moon Jae-in, ku di meha Gulanê de hatibû hilbijartin, ew demek e peyamên nêzîkbûna bi Koreya Bakur re dide.

Moon, di axaftineke xwe ya li Berlînê de dîyar kiribû ku divê bi Koreya Bakur re dîyalog çêbe û bo peymana aştîyê bang li karbidestên wî welatî kiribû.

Serokê Koreya Başûr gotibû ku dîyaloga bi Koreya Bakur re, bo herkesê ku dixwaze Pyongyang bernameya xwe ya navokî rawestîne, girîng e.

Bernameya muşekan ya Koreya Bakur li dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) û di serî de Amerîka gelek dewlet, li dijî Pyongyang daxuyanîyên tund didin.

Karbidestên Koreya Başûr dîyar dikin ku ger Koreya Bakur pêşnîyaza hevdîtinê qebûl bike, ewê civîn di 21’ê Tîrmehê de, li Panmunjom ya Koreya Bakur, ku herêmeke bêleşker e, li dar keve.

Koreya Bakur derbarê pêşnîyazê hîn ti daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG