Lînkên eksesibilîtî

Du Rojname û Ajanseke Kurdan li Tirkîyê Hatin Girtin


Bi Biryarnameye Desthilata Qanûnê (KHK) de, Ajansa Dihaber, rojnameya Şûjin û Rojeva Medya ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve hatin girtin.

Li gor KHK ya nû, 928 kes ji kar hatin derxistin û Sazîya Îstixbaratî ya Tirkîyê (MIT) êdî dikeve bin kotrola posta serokwezîrtîyê.

Ajansa Dîcleyê (DIHA) di meha Îlonê de, piştî astengkirina 48 caran, bi biryarnameyek hatibû girtin û dewletê dest danabû ser hemî alavên wê.

Piştî ku DIHA hatibû girtin, Dihaber li şûna wê hatibû vekirin û ew ajans heta niha 15 caran hat asteng kirin, weşanê wê hatin rawestandin.

Bi heman awayê, rojnama Rojeva Medya jî li şûna rojnameya Azadîya Welat, rojnameya Şûjin li şûna JINHA hatibû vekirin ku ew jî di meha Îlona 2019'an de ligel DIHA hatibû girtin.

Hêjayî balkişandinê ye ku ew her sê dezgeh li Amedê weşanê dikirin.

Yek ji edîtorên Dihaberê Mehmet Alî Ertaş wiha ji Dengê Amerîkayê re axifî:

"Çapemenîya azad, jiber ku dibe denge bêdengan tê armanc girtin. Bi zext û girtinan dixwazin pira nav civak û çapemenî qut bikin,” Ertaş got.

Li gor Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) hejmara rojnamevanên girtî li Tirkiyê 163 ye, lê Însîyatîfa Rojnamevanên Azad jî dibêje niha 178 rojnamevan girtî ne.

Ertaş bal dikşîne ku niha 10 nûçegihanên DIHA'yê jî di nav girtîyan de ne.

XS
SM
MD
LG