Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serjimar: Di Sala 2018ê de 115 Mêran li Herêma Kurdistanê Xwe Kuştine


Yekîtiya Mêrên Kurdistanê li Herêma Kurdistana Îraqê îro Yekşemê konferanseke rojnamevanî li bajarê Sulêmaniyê li dar xist û serjimara xwe ya sala 2018ê belav kir ku çend doseyên tundûtijiya li dijî mêran vehewandin.

Serjimara Yakîtiya Mêrên Kurdistanê ya sala 2018ê 558 doseyên gilî û tundûtijiyên dijî mêran tomar kirin, di nav de 115 faylên xwekuştinê û 5 faylên kuştina mêran ku ji aliyê jinên wan ve bûne, bi alîkariya kesekî sêyem.

Yekîtiyê Mêran got di nav wan 115 xwekuştinan de, parêzgeha Sulêmaniyê di pileyeya yekem de ye li gel 45 xwekuştî, 23 li Hewlêr, 18 li parêzgeha Kerkûk, 16 li parêzgeha Duhokê û 13 li parêzgeha Helebçe.

Li gor serjimara Yekîtiyê, jimara xwekuştina mêran di sala 2018ê de zêde bûye. Jimar, di sala 2014ê de 65 bû, di sala 2015ê de 69 bû, di 2016ê de 70 bû û di ya 2017ê de jî 74 bû.

XS
SM
MD
LG