Şîretvanê Ewlekarîya Netewî yê Qesira Sipî Jake Sullivan piştî danûstandinên li Îsraîlê bi rêberê Rêvebirîya Filîstînîyan Mahmud Abas re kom bû.
Sullivan û Mahmud Abas di civîna li Ramalah ya Kenara Rojavayê de ser geşkirina Rêvebirîya Filîstînîyan ya bi Gaza û Kenara Rojava peyîvîn.
Sullivan piştî danûstandinên li Îsraîlê bi preskonferansekê gotibû ku divê Rêvebirîya Filîstînîyan jinûve geş bibe û jibo vê yekê jî divê herkesê di rêvebirîyê de pir bixebite.
“Em dibêjin divê Îsraîlê jibo demeke dirêj Gaza dagir neke, ti wateya dagirkirna Gaza tuneye, ne rast e. Kontrola Gaza, rêvebirî û ewlekarîya wê divê di destê Filîstînîyan de be.”
Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî Sullivan ser êrîşên cîwarkirîyên Cihû yên li Kenara Rojava jî peyivî.
Serokê Amerîka Joe Biden û rêvebirîya Washingtonê dîyar kiribû ku divê dawî li van êrîşan were û Wezareta Derve ya Amerîka jî hefteya borî ragihandibû ewê vîzayên wan kesan ku tilîya wan di êrîşan de heye sînordar bikin.
Ajansa nûçeyan ya Filîstînîyan, WAFA ragihand ku Abas bi Sullivan re bi taybetî ser êrîşên Îsraîlîyan yên li Gaza û Kenara Rojava peyivîye û ji wî xwestiye ku Washington jibo dawîkirina êrîşên Îsraîlê roleke karîger bilîze.
Danûstandinên Sullivan di vê demê de tên ku do navbera Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de jiber zêdebûna kuştina sîvîlên li Gaza cudabîrî derketiye.
Rêvebirîya Biden ji karbidestên Îsraîlê dixwazin ku di operasyonên dijî Hamasê de bala xwe bidin ser parastina jîna sîvîlan.