Şîretvanê Ewlekarîyê Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan îro Duşemê got dibe ku di nav vê hefteyê de li Gaza agirbest were ragihandin.
Sullivan ji Bloomberg Newsê re dîyar kir ku her çiqas rêvebirîya Washingtonê dibêje agirbest pêkan e jî ti garantîya lihevkirina her du alîyan tuneye.
Wî got ku rêvebirîya Serok Joe Biden bi tîma Serokê hilbijartî Donald Trump re, ku 20’ê Çileyê tê ser kar, danûstandinan dike û ew hewil didin ser vê mijarê hevbîrîyê çêkin.
Di hilbijartinên meha Mijdarê de Demokratan Qesira Sipî hinda kir û hefteya pêş dawî li seroktîya Biden tê.
Biden wê hikûmeta Amerîkî bide Trump û hevalên wî yên Komarî ku li her du civatên Kongresa Amerîkî kontrol di destê wan de ye.
Dawîya hefteyê hem şîretvanên Biden hem jî yên Trump ser lihevkirina pêkan beşdarî li danûstandinan kirin.
Jêder: Reuters