Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sullivan jibo Danûstandinan Pêncşemê Diçe Îsraîlê

Şîretvanê Ewlekarîya Netewî yê Qesira Sipî Jake Sullivan plan dike ku roja Pêncşem û Înê li Îsraîlê danûstandinan bike.

Berdevika Konseya Ewlekarîya Netewî Adrienne Watson dîyar kir ku Sullivan wê bi karbidestên Îsraîlî re ser banga Amerîka ya ser baldarbûna jibo êrîşên li Gaza bipeyîve.

Çaverê ye ku Sullivan bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û karbidestên kabîneya şer re bicive.

Serdana Sullivan wê di vê demê de tê ku Serokê Amerîka Joe Biden, Îsraîlê ser operasyonên li Gaza hişyar dike û dîyar dike ku divê ew dewlet bi çavkorkî bombebaranan dike.

Biden do Sêşemê gotibû ku jiber ku Îsraîl bê ku ferqê têxe Gaza bombebaran dike piştgirîya civata navnetewî hinda dike.

Biden gotibû ku divê Netanyahu helwesta xwe biguherîne.

Karbidestên li Gaza dibêjin ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê vir ve 18,000 kes kuştine, 50,000 kes birîndar kirine.

XS
SM
MD
LG