Şîretvanê Ewlekarîya Netewî yî Amerîka Jake Sullivan jibo danûstandinên ser aştîya domdar ya Îsraîlî û Filîstînîyan bi Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed bîn Salman re peyivî.
Qesira Sipî ragihand ku Sullivan û Mihemed bîn Salman ser alîkarîyên krîtîk yên jibo Gaza û mijarên dualî jî danûstandin kirine.
Sullivan wê îro Pêncşemê serdana Îsraîlê bike û bi serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu û endamên kabîneya şer re bicive.
Danûstandinên Amerîka yên jibo normalkirina peywendîyên Îsraîl û Erebistana Saudî piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê, ku li başûrê Îsraîlê li dar ketibûn, sekinîn.
Hemî alîyan dîyar kirin ku ew dixwazin di dema rast de jinûve danûstandinan geş bikin.
Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî John Kirby ji rojnamevanan re got ku Sullivan wê di serdana Îsraîlê de ji karbidestên Îsraîlê bixwaze ku li Gaza di êrîşan de hîn baldar bin.
Serokê Amerîka Joe Biden pêr Sêşemê gotibû ku jiber ku Îsraîl li Gaza jiber ku bê ku ferqê têxe êrîşan li dar dixe piştgirîya xwe ya navnetewyî hinda dike û dîyar kiribû ku divê Netanyahu biguhere.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Eli Cohen do Çarşemê got ku piştgirîya navneteweyî ya jibo wan were birîn jî ewê şerê li Gaza bidomînin.
Cohen dîyar kir ku eger ew niha agirbestê ragihînin ewê Hamas jinûve kontrolê bixe destê xwe û dijî Îsraîlê gefan bixwe.
Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, dide zanîn ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 18,000 kes hatine kuştin.
Jêder: Reuters, VOA