Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî yê Amerîka Jake Sullivan do Pêncşemê bi Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro re, ku rastgirekî tundrê ye, kom bû.
Sullivan bi Bolsonaro re ser demokrasî, guherîna îqlimê û pandemîya vîrusa korona axifî.
Bi serdana Sullivan re, ji rêvebirîya Serok Joe Biden cara pêşî karbidestekî Amerîkî çû Brezîlya.
Berpirsên Amerîkî dibêjin ku armanca wê serdanê pêşdebirina peywendîyên Amerîka û Brezîlya bûye.
Sullivan bi walîyên Amazonê re jî kom bû bi wan re ser berevanîya mafên gelên resen, guherîna îqlimê û parastina daristanan peyivî.
Bolsonaro di sala 2019’an de piştî dest bi seroktîyê kiribû û bo cîhên têne parastina banga çêkirina avahîyan kiribû.