Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sullivan û Karbidestên Tirk Ser Swêd û Fînlandîya Axifîn


Qesira Sipî ragihand ku Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî Jake Sullivan û Serşêwirmendê Serokomarê Tirkîyê Îbrahîm Kalin do Yekşemê li Stenbolê kom bûne.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Sullivan û Kalin ser endamtîyên Swêd û Fînlandîya yên bo NATO axifîne.

Endama NATO, Tirkîye ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve sîyaseteke dualî dimeşîne û bi her du dewletan re jî peywendîyên xwe didomîne.

Enqere, Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna rexne dike, lê naxwaze ku welatên Rojava dijî Moskowê toleyên berfireh ragihînin.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên wê tifaqê, lê Tirkîyê ser endamtîya wan dewletan fikarên xwe ragihandin.

Her sê dewletan di meha Hezîranê de li hev kirin ku ew li gor fikarên hevdu tevbigerin.

Qesira Sipî dide zanîn ku Sullivan û Kalin derbarê danûstandinên aştîyê yên Ermenistan û Azerbaycanê, dîyalog û dîplomasîya bo rojhilata Derya Sipî û şermezarkirina tevgerên Rûsya yên li Ukrayna jî peyivîne.

XS
SM
MD
LG