Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka ser daxwazên ewlekarîyê hazir e bi Rûsya re dîyalogê çêke.
Reutersê ew agahî ji zarê Şîretevanê Ewlekarîya Neteweyî yê Amerîka Jake Sullivan ragihand.
Sullivan dîyar kir ku ew bo dîyalogê hazir in û ewê fikarên xwe jî ji Moskowê re bêjin.
Wî da zanîn ku li gor nêrîna Washingtonê ya dawî Serokê Rûsya Vladimir Putin dê Ukrayna dagir neke.
Putin li sînorê Ukrayna bi deh hezaran leşker bi cîh kirine.
‘’Li gor nêrîna Amerîka, Putin heta niha ser dagirkirina Ukrayna ti biryar nedaye û ji hefteya borî heta niha tiştek neguherîye.’’ Sullivan got.
Di demên dawî de girjîya di navbera welatên rojava, Amerîka û Rûsya jiber Ukrayna gurtir bûbû.
Berdevika Qesra Sipî Jen Psaki roja Înîyê dîyar kiribû ku Amerîka pêşnîyazên Rûsya yên bo danûstandinan dibîne ku ew dikarin bo çareserkirina krîza ser Ukrayna bibin alîkar.
Jen Psaki dabû zanîn ku ew bi hevalbend û hevkarên xwe yên Ewrupî re, ser wan pêşnîyazên Rûsya diaxifin.