Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dê Mayîna Koçberên ne Yasayî Asteng Bike


Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak
Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak di hevpeyvînekê de ku roja Yekşemê hate weşandin got ku her kesê bi awayekî ne yasayî bigihêje Brîtanya dê ji mayîna xwe were asteng kirin. Axaftina wî tê berî yasayên nû yên ku tê pêşbînîkirin hefteya pêş were danîn.

Di bin fişara qanûndanerên xwe de ji bo dîtina çareseriyek ji bo pêla koçberên ku di ser kanala Ewrupa re digihêjin Brîtanyayê, Sunak rawestana keştiyên piçûk kir yek ji pênc pêşîneyên xwe yên sereke.

Sunak ji rojnameya Mail on Sunday re got, "Şaş nekin, ger hûn bi qaçaxî werin vir, hûn ê nikaribin bimînin."

Li gorî pratîka heyî, penaxwazên ku digihêjin Brîtanyayê bi gelemperî dikarin li wî welatî bimînin da ku doza wan were guhdarîkirin.

Rojnameyê ragihand ku yaseyeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêkê dê roja Sêşemê were danîn, piştî ku zêdetirî 45,000 kes sala borî bi geştên metirsîdar derbarî Brîtanyayê bûn.

Daneyên fermî destnîşan dikin ku serlêdanên penaberiyê yên li Brîtanya ji yên Yekîtiya Ewropî kêmtir in.

Sala borî, serokwezîrê berê Boris Johnson lihevhatinek erê kir ku bi deh hezaran koçberan bişîne Rwanda, ku gelek ji wan ji Afganîstan, Sûriyê an welatên din ên şer bûn.

Ew yek bi şerekî mafnasî re rû bi rû ma, piştî ku yekem firîna dersînorkirinê ya plankirî bi fermanek deqeya paşîn a ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî ve hatî dayîn hate asteng kirin. Di Kanûnê de ev gava Johnson ji hêla Dadgeha Bilind a Londonê ve hate pejirandin, lê dijber li ser vê biryarê doza pêdaçûnê dikin.

Wezîrê hikûmetê Chris Heaton-Harris li ser pirseke Sky Newsê ku gelo ew kesên ku bi rêyên neyasayî bigihêjin Brîtanyayê dê ji wan re bê qedexekirin ku daxwaza penaberiyê bikin, wezîrê hikûmetê Chris Heaton-Harris got: "Ez wisa bawer dikim, erê."

"Ger mirov bi awayekî neqanûnî werin vî welatî, wê hingê ew ê werin vegerandin an şandin cîhekî mîna Rwanda."

Rojnameya Mail on Sunday ragihand ku li gorî yaseya nû, daxwazên penaberiyê yên kesên ku bi keştiyên biçûk digihêjin dê nepejirînin û ew ê werin derxistin û ji vegera daîmî qedexe bibin.

Wezîra navxweyî Suella Braverman roja Yekşemê ji rojnameya Sun re got."Dê yasayên me di niyet û pratîka xwe de sade bin; riya yekane ber bi Brîtanyayê dê rêyeke ewle û yasayî be."

Heaton-Harris got ew bawer dike ku rêyên ewletir û yasayî dê wekî beşek ji planê bêne peyda kirin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG