Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sunak: Di Şerê Hamas û Îsraîlê de Gelek Sivîl Hatine Kuştin


Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak got ku di pevçûnên Îsraîl û Hamasê de gelek sivîl hatine kuştin û jibo berdana dîlan banga agirbesta domdar kir.

Berdevkê Sunak dîyar kir ku dema agirbesta domdar dirêj e û got ku Brîtanya berevanîya agirbesteke demûdest û giştî nake.

Bi gûrbûna şerê li Gazayê û mezinbûna krîza mirovahî, hin rêberan derbarê kuştina sivîlên Filîstînî gotinên xwe girantir kirin.

Hefteya borî, Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku Îsraîl bê ku ferqê têxe êrîşan dibe ser Gazayê û got ku divê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu stratejîya xwe biguherîne.

Sunak dîyar kir ku mafê berevanîyê yê Îsraîlê heye ku ew li hember êrîşên Hamasê tevbigere, lê got ku divê kiryarên hêzên wê li gor hiqûqa mirovahî bin.

Sunak got, "Eşkere ye ku gelek sîvîl hatine kuştin. Jiber vê yekê me banga agirbesteke domdar kir, bi wî awayî wê dîl serbest bimînin, roketên Hamas diavêje Îsraîlê wê rawestin û ewê pirtir alîkarî here."

Brîtanya hefteya borî li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di banga agirbesta demûdest de bê alî mabû.

Berdevkê Sunak dîyar kir ku ew dixwazin navberên mirovahî veguherin agirbestên domdar.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG