Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sunak Dibêje Ewê Koçberên Qaçax Heta 10-12 Hefteyan bi Firokan Bibin Ruanda


Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak îro Duşemê got ku firoka pêşî ya koçberan dibe Ruanda wê heta 10-12 hefteyan rabe.

Sunak di preskonferansekê de dîyar kir ku ewê hûrgilîyên planê eşkere neke, lê got ku hikûmet hin hazirîyan dike.

‘’Ez niha dikarim piştrast bikim ku me firîngehek sekinandiye, me jibo hin firokan plan çêkiriye. Jibo bi koçberên qaçax re herin Ruanda 500 kes hatine perwerde kirin û ewê di hefteyên pêş de 300 kesên din werin perwerde kirin.’’

Wî dîyar kir ku plan hazir in û ewê firok bi her awayî bifirin.

Li gor ragihandina Sunak wê firoka pêşî meha Tîrmehê rabe.

Sunak li ser pirseke derbarê binpêkirina mafan dîyar kir ku plan li gor hemî berpirsîyên navneteweyî yên Brîtanya ne.

Serokwezîrê Brîtanî got ku ger ew jibo endamtîya dadgehe bîyan û berevanîya sînor û ewlekarîya neteweyî di navberê de bimîne ewê li gor ewlekarîya neteweyî tevbigere.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG