Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li 14 Eyaletan Hilbijartinên Dîyarkirina Berbijarîya Demokratan Tên Kirin


Hilbijartinên bo dîyarkirina berbijarîya Partîya Demokrat ya jibo seroktîya Amerîka îro Sêşemê li 14 eyaletan têne kirin.

Hilbijartinên îro wek Sêşema Super (Super Tuesday) tê zanîn li Alabama, Arkansas, Kalîfornîya, Colorado, Maine, Massachusetts, Minnesota, North Carolina, Oklahoma, Tennessee, Teksas, Utah, Vermont û Virginia tên darxistin.

Di hilbijartinên îro de ji 3,979 delegeyên heyî, 1357 dê werin hilbijartin ku 415 ji wan ji Kalîfornîya û 228 jî ji Teksasê ne.

Dîsa, hilbijartinên Demokratên li Dervayê Amerîka (Democrats Abroad) jî îro Sêşemê destpê dike û heta 10’ê Adarê didome.

Sêşema Super di kêbirkeya berbijarîya seroktîya Amerîkî de wek rojeke pir girîng e jiber ku encamên baş yên di vê rojê de rê li ber berbijarên serketî vedike ku bibin kandîdên partîyên xwe.

Senatora eyaleta Minnesota Amy Klobuchar do Duşemê dawî li berbijarîya xwe anîbû û piştgirîya xwe jibo Cîgirî Serokê Amerka yê berê Joe Biden ragihandibû.

Bajarvanê berê yê South Bend Pete Buttigieg jî şeva Yekşemê dawî li berbijarîya xwe anîbû û pitgirî dabû Biden.

Di hilbijartinên heta niha de Senatorê eyaleta Vermint Bernie Sanders bi 60 delegeyan du rêza yekê de ye û Biden jî bi 54 delegeyan di rêza duyê de ye.

XS
SM
MD
LG