Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Zîncîra Kelûpêlan li Çavkanîyên Nû Digere


FILE - Trucks line up to enter a Port of Oakland shipping terminal, Nov. 10, 2021, in Oakland, Calif. The federal government is moving forward with a plan to let teenagers drive big rigs from state to state in a test program.

Rêvebirîya Biden kiryarên ku ji hêla hikûmeta federal û pîşesaziya taybet ve hatine girtin ragihand.

Serok Joe Biden dibêje dê zincîra peydakirina kel û pêlen nadîr û mîneralên din yên girîng ku di teknolojiyên ji alavên malê û elektronîk heta alavên parastinê de têne bikar anîn xurt bikin.

Hêjayî gotinê ye ku bi peydakirina wan çavkanîyan wê girêdayîbûna Amerîkayê bi Çînê re kêmtir bike.

"Çîn piranîya bazara cîhanî ya van çavkanîyan kontrol dike. Em nikarin paşerojekê ku li Amerîka hatî çêkirin ava bikin ger em bi xwe ji bo kel û pêlen bi girêdayî Çînê bin," Biden roja Sêşemê li Qesra Spî got.

Gavên ku were avêtin dê peymaneke 35 mîlyon dolarî bi kompanîya MP Materials re heye da ku çavkanîyên giran yên kêm li Mountain Pass, California, li cîhê hilberînê ya kompanîyê ji erdê werin derxistin. Ew dibe yekem hilberandin û veqetandina bi vî rengî li Amerîkayê.

XS
SM
MD
LG