Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka îro Sêşemê biryar da ku berevanî li biryara Serok Donald Trump ya qedexeya rêwîtî ya jimareke dewletan bike.
Dadgeha Qanûna Bingehîn dîyar kir ku desthilata serok ya destûrî heye ku jiber sedemîn ewlehîya netewî, hatina kesên bîyanî ji nav axa Amerîka re sînordar bike.
Biryara dadgehê ku bi 5 beramber 4 dengan hate dayîn, jibo Trump wek serketineke girîng tê dîtin ku yek ji polîtîkayên xwe yên herî kêşebar bîne jîyanê.
Dadwerê Serekî yê dadgehê John Roberts got ku biryara fermandêr ya Trump ku rêwîtîya ji hîn dewletan re qedexe dike, di çarçoveya desthilata wî ya destûrî de ye.
“Serok bê şik û guman pêdivîyên Qanûna Hemwelatî û Koçberî ya 1965’an bi cîh anîne ku li gor berjewendîyên Amerîka dikare ketina bîyanîyan ya nav axa Amerîka qedexwe bike,” Roberts got.
Wî herwiha dîyar kir ku alîyên ku dozveker nekarîne ji dadgehê re nîşan bidin ku biryara rêvebirîya Trump bawermendên olekê li hember olekê din bilindtir digire.
Pisporên destûrî çaverê dikir ku biryareke wiha derkeve bide jiber ku dadgeh di mijarên ser koçberî û ewlehîya netewî de pir caran pişta hikûmetê digire.