Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qedexeya li Surê Pênc Sal in Didome


Taxa Sur ya Amedê
Taxa Sur ya Amedê

Di 14ê Kanûna 2015an de li ser çar taxên Surê qedexeya dirêj ya çûnhatinê hate ragihandin. Li ser çar taxan qedexe hin didome.

Li Surê di dema şerê xendekan de ji 20 hezarî zêdetir xanî, dikan, avahîyên dîrokî ziyan dîtin. Herwiha li Surê 23 hezar runiştvan mecbur man koç bikin.

Parlamentera HDPê ya Amedê Remzîye Tosun qedexeya Surê ya ku hin didome anî rojeva parlamentoya Tirkiye. Wê xwest ku parlamen li ser encama ziyana şer û qedexê lêkolîn bike.

Berdevka HDPê Ebru Gunay jî roja înê li Enqerê di preskonferansek de behsa qedexeyan kir û anî ziman ku 14ê Kanuna 2015an de qedexeyên dirêj li bajarokên Sur, Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Gever (Yuksekova), Kerboran (Dargeçit), Îdilê hate ragihandin.

''Di dema qedexeyan de bêhiqûqîyên mezin rû dan. Dozên ku li ser van ihlalan hatibûn destpêkirin bê encam hatin hîştin. Hê jî malbatên ku meytên zarokên xwe nedîtine, hene. Bi rêya dadgehan Tirkîye dixwaze ser van sûcan bigire,'' Gunay got.

KHF_12_11_2020_Qedexeya_Surê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG