Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniya Tirkiyê Serdana Surê Dike


Wezirê Hawirdor û Bajarvaniyê yê Tirkiyiyê Mehmet Ozhaseki hat Amedê û derbarê Surê de daxuyaniyek da.

Wî daxuyakirin di şeklê avahiyên dîrokî yên Amedê dest bi lêkirina du hezar xaniyan dikin ku di demek nêz de Serokomarê Tirkiyê dê esasê wan bavêje.

Wezîr Ozhasekî daxuyakirin jibo lêkirina nava Surê plannameyek dane pêş xwe ku ew ji deh heyaman pêk tê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku çend rêxistinên sivîl derbarê Surê de daxuyaniyan dan û gotin ku gelek avahiyên dîrokî jî hatine xerakirin. Herwisa hat gotin piştî pevçûnan jî gelek avahî hatine xerakirin. WEzir Ozhasekî jibo daxuyaniyên rêxistinên sivîl got ew li pey derewanin.

" Li gorî hizra min ya şexsî ew saziyên dewamiya rêxistina PKKê ne û berdevkiya PKKÊ dikin."

Herwisa jibo HDPê jî got "Partiya ku dewamiya rêxistinê ye li paramanetoyê li dijî me derdiketin û digotin we Surê xerakir û rûniştvanan ji wir tehcîr kir lê rastî derket ortê ku ne wusa ye û em jibo Surê xizmetan didomînin."

Wezirê Hawirdor û Bajarvaniyê destnîşan kir sê rê danîne pêş rûniştvanên Surê jibo bibin xwedî xanî.

Hêjayî gotinê ye ku zilamek pîr yê rûniştvanên berê yê Surê piştî daxuyaniyê xwest bi wezir re biaxive û got ku hem xaniyê wan hatine xerakirin hem jî tu alikariyek negihiştine wan. Lê zerewanên wezir, zilamê pîr ji wezir dûr xistin û nehîştin biaxive.

Raporta Xecîcan Farqîn 20_01_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00

XS
SM
MD
LG