Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rûsya 8 Kes di Êrîşekê de Birîndar Bûn, Êrîşkar Hat Kuştin


Polisê Rûsî
Polisê Rûsî

Ajans û Mediya Rûsî roja Şemiyê dan zanîn ku, li bajarê Surgut yê Sîbirya kesekî li cada serekî ya bajarî êrîşek bi kêran pêk anî, di encam de 8 kes bi kêrdanê birîndar bûne.

Berdevkê ofîsa herêmî ya komîta rizgarkirina qanûnên Rûsya li bajarê Surgut piştrast kirîye ku 8 kes di êrîşê de birîndar bûne, êrîşkar jî, hatiye kuştin.

Ajansa TAS radihihîne ku, kesê êrîşkar zelamek bû, ew bi cada sereke ya bajêr de bi bez çûye û kesên ketine di rêya wî de kêr lêdane û 8 kes birîndar kirine.

Komîta rizgarkirina qanûnê ya bajêr di Malpera xwe ya fermî de weşnadîye ku, êrîşkar hatiye kuştin, herweha hin çavkaniyan dan zanîn ku, kesê êrîşkar êlekê bombekirî yê sexte liber xwe kir bû.

Ji hejî bîrxistinêye ku doh li Fînlandayê û Almanya êrîşên bi heman şêwe pêkhat bûn, ev êrîş du rojan piştî êrîşa şîdetkar ya li bajarê Barselona li Îspanya pêkhatin, dema kesekî bi vanekê xwe xistiye nav girseya gel û di encam de 14 kes hatin kuştin û nêzîkî 100 kesan birîndar bûn, polîsên Îspanî jî 5 terorîst kuşt in.

XS
SM
MD
LG