Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî, Rûsya bi Êrîşên Esmanî Tawanbar Dikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li rojhilatê bakurê Sûrîyê dijî kampeke penaberan, ku di bin kontrola serhildayên bi piştgirîya Tirkîyê de ye, êrîşeke esmanî li dar ketiye.

Li gor nûçeya ku Reutersê sipartîye jêderêke serhildayên Sûrî û Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), guman nîşan didin ku Rûsya ew êrîş li dar xistiye.

Jêdereke serhildayan ji Reutersê re dîyar kir ku li kampê koma çekdaran ya bi navê Feylak El Şam dimaye û di êrîşê de 35 kes hatine kuştin, 50 kes birîndar bûne û jimareke kesan jî winda ne. SOHR’ê îdia kir ku di êrîşê de 78 kes hatine kuştin.

Rûsya ser îdiayên derbarê lidarxistina êrîşa esmanî hîn ti daxuyanî nedaye.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê, bi piştgirîya Rûsya ya ji esmên serhildayên ku di sala 2011’an de rabûbûn xistibûn herêmeke biçûk. Tirkîyê îsal leşkerên xwe şandibûn herêma li dora Îdlibê û hewil dabû ku pêşxistina rejîma Sûrîyê rawestîne.

Ew êrîşa dawî li Kafr Taxarim ya Îdlibê li dar ket ku ew herêm 10 kîlometere nêzî sînorê Tirkîyê ye.

XS
SM
MD
LG