Hadî El Behra, serokê berê yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê ku dijberên Beşar Esed di şerê navxweyî de lihev kom kirbûn, roja Çarşemê got divê hikûmeta demkî ya Sûriyê pêbawer be û ti aliyekî dûr nexe û li ser bingeha mezhebî nebe.
Serhildêrên Sûrî di demek kirîtîk de li rojhailata navîn, di 8ê Kanûnê de dest danî ser Şamê û Esed neçar kir ku ji ser desthilatê bireve piştî zêdetirî 13 salan ji şerê navxweyî, dawî li desthilatdariya malbata wî hat ya ku bi dehan salan dirêj kêşa.
Êrîşên demûdest yên Heyat Tehrîr El Şam hin pirs derxistin holê ka gelo ew serhildêr dê karibin veguheztinek bi rêkûpêk misoger bikin.
El Behra roja Çarşemê di civîneke çapemeniyê de li Stenbolê gor, nûnerên Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê li heta niha bi rêberê serhildayên Sûrî Ehmed el-Şeraa re kom nebûne, lê peywendî bi wî bi hikûmeta demkî û partiyên nêzîkî wî re çêbûne.
Hêzên di bin fermandariya el-Şeraa de - ku bi navê Ebû Mohamed el-Colanî tê naskirin, li şûna desthilatdariya malbata Esed, hikûmetek demkî ya sê mehan ragihnadî ye, ku yek ji lîderên serhildêran yên li Idlibê raspardîye bo serokê wê hikûmetê.
Ehmed El Şeraa lîderê Hayat Tehrîr El Şam a Îslamî (HTŞ)ê ye ku ji aliyê Amerîka û welatên rojavayî ve di lîsta terorê de ye.
Serokwezîrê nû hatî destnîşan kirin Mohammed El Beşîr e, ku berê li Idlibê hikûmeteke girêdayî HTŞ’ê bi rê ve dibir.
Serokê berê yê opozîsyona Sûrî El Behra got, Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê dê vegere Sûriyê û bingeha xwe li wir ava bike, wî got ku niyeta wî jî heye ku vegere.
Herwiha got, "Divê kar bi rêkûpêkî werin rêxistin û azadiya ramanê
bê garantîkirin."
Jêder: Reuters