Kanala dewletê ya Sûrîyê îro Pêncşemê ragihand ku Îsraîlê êrîşên esmanê birine ser qadeka kargehên Humsê û navendeke leşkerî.
Kanala dewletê dîyar kir ku bi êrîşê bi tenê zarara madî çêbûye.
Berpirsê Kargehên Humsê Amer Xelîl got ku êrîş li kargeheke çêkirina maşîneyan ketiye û di encamê de şewat çêbûye û tîmên agirkuj hewil didin êgir vemirînin.
Medyaya dewletê jî ragihand ku li Daraa ya Sûrîyê hin peqîn çêbûne û lêpirsînên ser wan didomin.
Îsraîl li Sûrîyê bi salan e êrîşan dibe ser navendên ku peywendîyên wan bi Îranê re hene.
Hêzên Îsraîlî piştî ku çekdarên Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser Îsraîlê, êrîşên xwe yên ser Sûrîyê zêdetir kirin.
Jêder: Reuters