Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çima Opozîsyona Kurdî li Hember Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê Nîne?

Piştî hilweşîna rejîma Esed û damezrandina hikûmeta demkî bi serokatîya Ehmed Şer‘i, nebûna opozîsyoneke Kurdî ya yekgirtî li hember hikûmeta nû bala çavdêran dikişîne.

Hin siyasetmedarên Kurd dibêjin ku piştî 15 salên şer û alozîyan, tirs ji domandina krîzê û lawazbûna bawerîyê bi pêvajoya siyasî re bûne sedem ku partîyên Kurd helwesteke rawestayî bigirin.

Horan Hem, ji Partîya Naverast a Kurdî, vê rewşê di çarçoveya pêşketinên siyasî yên Sûriyê de dinirxîne.

Ji aliyê din ve, hin partiyên kurdî, tevî ku xwe wekî opozîsyonê nabînin, nerazîbûna xwe ji siyaseta hikûmetê, bi taybetî di derbarê mafên Kurdan de, eşkere dikin.

Bêrîvan Îsmaîl, hevseroka Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) li Kobanîyê, dibêje ku ew beşdarî pêvajoya avakirina Sûrîya nû ne û ji bo damezrandina sîstemeke rêveberîyê ku hemû pêkhate û hêzên siyasî tê de cih bigirin dixebitin.

Herwiha hin partîyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) jî bawer dikin ku divê Kurd di avakirina sîstema siyasî ya nû de xwedî rolekê bin.

Ednan Bozan, endamê Serkirdatîya Partiya Yekîtiya Kurdistanî – Sûrîye, dibêje ku Kurd dixwazin mafên xwe yên neteweyî bi dest bixin û ji bo vê yekê di nav pêkhateyên hikûmetê de dixebitin. Lê wî hişyar kir ku heke sozên serokatiyê neyên bicihanîn, dibe ku kurd vegerin xebata opozîsyonê.

Hin siyasetmedar û çalakvan jî bawer dikin ku paşxistina opozîsyona fermî li vê qonaxa veguhêzê ne tê wateya vekişînê, lê stratejiyek e ji bo çavdêriya rewşa siyasî û ewlehiyê û amadekirina beşdarîyeke bi bandortir di pêvajoya avakirina Sûrîyeya nû de.

Sedema Nebûna Opozisyona Kurdî li Dijî Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00
This item is part of
XS
SM
MD
LG