Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demeke Kin Piştî Banga Kerry, Êrîşên Esmanî Sîvîlan Dikin Armanc


Demeke kurt piştî banga Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ku ji hemî alîyan xwestibû ku dawî li firînên firokên ceng li herêmên girîng li Sûrîyê bînin, jimareke deverên bin kontrola serhildayan, derengîya şeva Çarşemê bû armanca êrîşên esmanî yên nû.

Bizavkarên opozîsyonê demûdest hikûmeta Sûrî bi êrîşan tawanbar dikin, lê hîn daxuyanîyên fermî belav nebûne.

Jêderên xwecîhî didine zanîn ku piştî êrîşên esmanî, şerên ser erdê li dervayê Helebê jî destpê kirine.

Di êrîşên esmanî yên ser rojhilata Helebê de 12 sîvîl hatin kuştin ku ew jî dibe astengeke mezin li pêş agiebesta Amerîka û Rûsya.

XS
SM
MD
LG