Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrîyê bo Bakurê Rojavayê Welêt Ser Agirbestê Dipeyîve


Hikûmeta Şamê dîyar kir li rojavayê bakurê Sûrîyê agirbesteke sînordarkirî ragihandiye.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê bi piştgirîya Rûsya di sê mehên dawî de êrîşên dijî herêmên serhildayan gurtir kiribûn.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku di sê mehên dawî de bi kêmî ve 450 sîvîl hatine kuştin, 440,000 ji neçarî ji cîhên xwe bar kirine û herwiha dijî nexweşxaneyan jî êrîş li dar ketine.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterrres gotibû ku ewê ser êrîşên dijî 14 navendên alîkarîyê dest bi vekolînê bikin.

Biryara agirbestê ya Şamê li dû axaftina Guuterres hat.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dide zanîn ku berovajî daxuyanîya hikûmeta Sûrîyê, ti nîşana agirbestê tune ye û li hin herêman pevçûn gurtir bûne.

Medya dewletê ya Sûrî dîyar dike ku ger serhilda 20 kîlometre bi şûnde vekişin û ji herêma ewle derkevin ewê agirbest pêk were.

XS
SM
MD
LG