Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Peymana Amerîka û Tirkîyê Red Dike


Karbidestekî Wezareta Derve ya Sûrîyê ji ajansa fermî ya bi navê SANA re ragihand ku ew peymana Amerîka û Tirkîyê red dikin.

Washington û Enqerê bo bakurê Sûrîyê li hev kiribûn ku herêmeke ewle çêkin.

Karbidestê Sûrî, ku navê wî nehat eşkere kirin, da zanîn ku Amerîka û Tirkîye bi çêkirina herêma ewle bi awayekî eşkere êrîşî yekîtîya axa Sûrîyê dikin.

Endamê Komîteya Rêvebir ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî ji AFP’e re da zanîn ku peymana Washington û Enqerê ‘’rêyeke nû’’ çêkiriye, û dîyar kir ku divê detayên wê jî zelal bibin.

XS
SM
MD
LG