Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Dibêje di Operasyoneke Amerîka ya li Gundekî Hesekê 1 Kes Hatiye Kuştin


Dîmeneke hêzên Amerîka yên li Sûrîyê (Arşîv)
Dîmeneke hêzên Amerîka yên li Sûrîyê (Arşîv)

Televîzyona dewletê ya Sûrîyê îro Pêncşemê ragihand ku hêzên taybet yên Amerîkî, li gundekî di bin kontrola hikûmetê ya li bakurê rojhilata welêt operasyoneke pêk anîne.

Televîzyonê bi berdewamî da zanîn ku di operasyonê de yek kesek hatiye kuştin û çend kesên din jî hatine girtin.

Operasyon li gundê Muluk Saray ya li herema Hesekê pêk hat, ku beşek di destê hêzên hikûmetê de ye û beşek jî di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) yên bi piştgirîya Amerîka de ye.

Kanala Telegramê ya televizyona fermî ya Sûriyê ragihand ku hêzên Amerîkî bi helikopteran daketine gundê Muluk Saray, lê wê nasnameya kesê kuştî dîyar nekir.

Gelek niştecîhên herêmê jî operasyona Amerîka ji ajansa Reutersê re piştrast kirine.

Yek ji wan got ku helîkopterên Amerîkî piştî nîvê şevê daketin gund û bi hoparlorê ji niştecîhan re gotin ku li hundir bimînin û lambên malan vemirînin.

Heman kesî got ku operasyon qasî çend saetan berdewam kiriye û bi hêzên Amerîkî re pevçûneke çênebûye.

Berdevikê koalîsyona dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengiya Amerîka heya niha bersîv nedaye daxwaza şîroveyê ya Reutersê.

Amerîka berîya niha jî li Sûrîyê dijî endamên rexistina tundrew Dewleta Îslamî (DAIŞ), operasyon pêk dianî, lê bûyera îro wê bibe cara yekê ku ew li heremeke di bin kontrola hikûmeta Esed de bi rengekî eşkere operasyoneke wiha dike.

XS
SM
MD
LG