Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dibêje di Êrîşa Dronî ya Amerîkî de Endamekî DAIŞ’ê Hat Kuştin


MIDEAST-CRISIS/ISLAMIC STATE-SDF
MIDEAST-CRISIS/ISLAMIC STATE-SDF

Karbidestekî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrîşeke dronî ya hevpeymanîya navnetewî ya li bakurê rojhilata Sûrîyê de, çekdarekî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) do Duşemê hate kuştin.

Karbidestê HSD’ê ku nexwestiye navê wî were eşkere kirin, ji ajansa Associated Press (AP) re got ku di êrîşa li gundê Hemam ya Tirkmenan endamekî DAIŞ'ê yê ku motorsîkletekê diajot hatiye armanc kirin.

Ev gundê ku nêzî Tel Ebyadê ye, bin kontrola hêzên opozîsyona Sûrî yên bi piştvanîya Tirkîyê ye.

Di derbarê kuştî û birîndarên din de ti agahî nehatine bidestxistin.

Li ser medya civakî hin wêne hatin parve kirin ku tê gotin ku ew wêneyên bermahîyên termê çekdarê DAIŞ’ê ne, ku li kêleka motorsîkleteke peqandî dirêjkirî bû.

Fermandarîya Navendî ya Amerîka heya niha di derbarê êrîşa dronî de ti daxuyanî nedaye.

Amerîka hefteya borî ragihandibû ku wê 3 rêberên DAIŞ’ê, di du operasyonên cuda de kuştine, ku di nav de êrîşeke bejayî ya li beşekî bakurê rojhilata Sûriyê ya di bin kontrola hikûmetê de jî hebû.

Li Sûrîyê niha nêzî 900 hêzên Amerîkî hene ku di şerê dijî DAIŞ’ê de piştgirîya HSD’ê dikin

Hêzên Amerîkî gelek caran çekdarên DAIŞ’ê, bi piranî jî li heremên bakurê rojhilata Sûriyê yên di bin kontrola Kurdan de kirine armanc.

Tevî têkbirina DAIŞ’ê ya di 2019’an de li Sûrîyê, şandeyên razayî yên rexistina tundrew li Sûrîyê û Îraqê êrîşên xwe yên kujer didomînin.

XS
SM
MD
LG