Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwanê Kamyonên ji Îraqê Derbazî Sûrîyê Dibû, Rastî Êrîşa Esmanî Hat


Herêma sînorî li Boukamal di navbera Sûriyê û Îraqê de
Herêma sînorî li Boukamal di navbera Sûriyê û Îraqê de

Sazîyên opozîsyona Sûrîyê û televizyonek li Beyrutê ragihandin ku îro Duşemê karwaneke kamyonan demek kurt piştî ku ji sînorê Îraqê derbazî rojhilata Sûrîyê bûye, bi êrîşeke esmanî hatiye armanc kirin.

Hat ragihandin ku di encama êrîşa esmanî de, gelek kes hatine kuştin û çend kamyon hatine rûxandin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku di êrîşê de herî kêm sê kamyon hatine rûxandin piştî ku derbazî bajarokê Albûkemal yê sînorî yê Sûrî bûne û gelek kes hatine kuştin.

SOHR’ê dîyar kir ku hê ne dîyar e kanê kî li pişt êrîşa îro ye.

Omer Ebû Leyla, berpirsê dezgeha medyayî ya (Dêrezor 24) ku nûçeyên li rojhilata Sûrîyê dişopîne got ku, ew karwanê kamyonan yê milîsên girêdayê Îranê bûn, çek dibirin.

Ebû Leyla ragihand ku firokeyên şer yên Amerîka êrîş pêk anîne û di êrîşê de sê ajokar hatine kuştin.

Televîzyona El-Meyadîn ya Beyrutê jî ragihand ku firokeyên şer yên Amerîka êrîş pêk anîne û got ku kamyon materyalên çêkirina avahîyan barkirî bûn.

Li gor El-Meyadîn û Ebû Leyla çend seat piştî êrîşa esmanî, çekdarên girêdayê Îranê rokêt avêtine ser zeviya petrolê ya el-Omer ku hêzên Amerîkî lê hene.

Leşkerîya Amerîka heta niha di derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Lê hêjayê gotinê ye ku êrîşa îro piştî zêdebûna êrîşên ser bingehên hêzên Amerîkî li Sûrîya û Îraqê hat, ku di hefteyên borî de rastî gelek êrîşên roketî û dronan hatin dema alozîya li herêmê ji ber şerê Îsraîl û Filistînîyan tund dibe.

Jêder: AP, SOHR

XS
SM
MD
LG