Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Sûrîye, Yekîtîya Ewrupa û Amerîka Rexne Dike


Nûnerê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Caferî, Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) jiber toleyan rexne kir.

Caferî di hevdîtinên bo aştîya Sûrîyê yên li Qazaqistanê, ku bi garantorîya Îran, Rûsya û Tirkîyê li dar keve, ser toleyan got ku ‘’terorîzma aborî’’ ye.

Jêderên herêmî radigihînin ku li herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûrîyê de hewcedarîya sotemenîyê heye û di nebûna wê de tole bi bandor in.

Hêjayî bîrxistinê ye, Amerîka toleya pêşî ya dijî Sûrîyê di sala 1979’an de ragihandibû û piştî şerê navxweyî yê li wî welatî tole berfirehtir kiribûn.

XS
SM
MD
LG