Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê Operasyonên Dijî Îdlibê Didomîne


Artêşa Sûrîyê bi piştgirîya Rûsya operasyonên dijî Îdlibê, ku herêma dawî ya di destê serhildayan de ye, didomîne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşeke esmanî ya dijî Îdlibê de 4 ji wan zarok 15 kes hatine kuştin.

Li gor daxuyanîya SOHR’ê di êrîşê de 30 kesên din jî birîndar bûn.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê di meha Nîsanê de dest bi operasyona dijî Îdlibê kiribûn.

Daneyên SOHR’ê nîşan didin ku di êrîşan de heta niha 256 zarok hatine kuştin.

Jiber pevçûnên li dora Îdlibê 400,000 kes ji wê herêmê koç kirin.

Piranîya Îdlibê di bin kontrola Hayat Tahrîr El -Şam de ye ku ew rêxistin wek beşeke El-Qaydê tê dîtin.

XS
SM
MD
LG