Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê li Herêma Îdlibê Pêşde Diçe


Hêzên hikûmeta Sûrîyê ketin hindurê Marat El Numan ya li herêmê Îdlibê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Artêşa Sûrîyê temamê Marat El Humanê xistiye bin kontrola xwe.

Marat El Numan jiber ku li ser rêka sereke ya di navbera Şam û Helebê de ye, cîhekî stratejîk e.

Heyet Tahrîr El Şam û hevalbendên wê û hêzên hikûmeta Sûrîyê ji 19’ê Berfanbarê ve li dora Marat El Numan pev diçûn.

Artêşa Sûrîyê ya bi piştgirîya Rûsya ji Mijdarê vir ve herêma Îdlibê bombebaran dike.

XS
SM
MD
LG