Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê: Îsraîlê bi Firok û Muşekan Êrîşî Axa Me Kir


Li Golanê leşkerekî Îsraîlê.
Li Golanê leşkerekî Îsraîlê.

Artêşa Sûrîyê ragihand ku Îsraîlê li nêzî Şam ya paytaxt ji erdê û ji esmên êrîş li dar xistine.

Artêşê bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku Îsraîlê bi firokên cengê û bi muşekan êrîşî herêma el-Kuteyfah ya Şamê kiriye û zarar daye firokeke cengê ya Sûrîyê.

Serhildayên Sûrî dîyar dikin ku Îsraîlê êrîş biriye ser depoyeke çekan. Îsraîlê, ser îdiayên Sûrîyê hîn ti daxuyanî nedaye.

Artêşê di daxuyanîya xwe ragihand ku firokên cengê yên Îsraîlê berê ji qada esmanî ya Lubnanê êrîş kirine û piştre jî leşkerên wî welatî ji Girên Golanê bi muşekan êrîş birine ser Sûrîye.

Artêşa Îsraîlê ser îdiayên êrîşên hîn tiştek negotiye, lê Fermandarê Hêzên Esmanî yên Îsraîlê, par di meha Tebaxê de gotibû ku 100 car êrîşî Sûrîyê kirine.

XS
SM
MD
LG